Serrûpel Nûçe Barzanî li eniya şerê li dijî DAIŞê ye (foto)

Barzanî li eniya şerê li dijî DAIŞê ye (foto)

Belav bike

Di vê serdanê de Serok Barzanî senger û binke û baregehên Pêşmerge ya li hêla pêşve ya bereyên şer kir, rewş û jiyana Pêşmergeyan li bereya Xazir pirsî û ji bo nirxandina pêşketinên dawî û serkeftinên Pêşmergeyan li gel Pêşmerge û Fermandeyên herdu bereyên Xazir, Guwêr û Mexmûr civiya.

Di vê kombûnê de Fermandeyan naveroka pêşveçûna Hêzên Pêşmerge û ziyanên dijminan ji bo Serok Barzanî behs kirin û ragihandin ku morala Pêşmerge gelek bilinde û dijmin tûşî şikestekî mezin hatiye û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li operasyonê de hemû armancên xwe yên diyarkirî li bereya Xazir bi dest aniye. di beşekî dinê serdana xwe de Serok Barzanî destxweşiyê li Fermande û hêzên beşdarbuyên operasyonê kir û spasî qehremanî û xweragiriya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û serxweşiyê jî li kesukar û malbatên şehîdan kir û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwest. Herwiha şîret û rênimayiyên pêwîst jî ji bo Fermandeyên bereya Xazir, Guwêr û Mexmûr xisterû.

Hêjayî gotinêye berî sibehiya roja Yekşemê 14.08.2016 Pêşmergeyên herdu bereyên Xazir û Guwêr Mexmûr bi mebesta azadkirina gundên di navbera Werdek Guwêr di operasyonekê de bi palpiştiya Hêzên Asmanî ya Hevpeymanan êrîş kirin ser terorîstên DAIŞê û yanzdeh gund li wê navçeyê hate azad kirin û operasyon bi serkeftina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hemû armancên xwe bi dest anî.