Cara yekemîne ku hikûmeta Sûriyê bi awayekî eşkere nav li PYD û YPG dike şaxê PKK li Sûriyê. Êdî hevpeymaniya nû di navbera Îran-Tirkiyê û Rûsya de, wê li ser hesabê PYD çêbibe û dibe ku PYD derbeyeke mezin ji wê hevpeymaniyê bixwe. Artêşa Sûriyê bi tundî PYD tehdîd kir û got divê ew li heddê xwe bizanibe.
Tenê li pêşiya PYD riyek maye, xwe ji PKK bi dûrxîne û xwe nêzîkî Barzanî bike û Kurdên Sûriyê ji vê felaketê xelas bikin, êdî ev roj roja derbasbûna pêşmergeyên rojava ye. Hêza PYD tune ye li ser axa rojavayê Kurdistanê şerê Tirkiyê, Îranê û Sûriyê bike…