Serrûpel Nûçe Înterpolê biryara girtina Haşîmî derxist

Înterpolê biryara girtina Haşîmî derxist

Belav bike

 ji bo girtina Alîkarê Serokomarê Iraqê Tarik El Haşîmî, bûltena sor weşand.

Înterpolê, di derbarê Alîkarê Serokomarê Iraqê Tarik El Haşîmî de, biryara girtinê wergirt û bûltena sor weşand ku, ew jî tê wateya li 190 welatî li kuderê Haşîmî were dîtin wê bê girtin. Bûlten di malpera înterpolê de cih girt. Biryar, li ser daxwaziya rayedarên hikûmeta Iraqê hatiye standin. Tarik Haşîmî, bi hinceta “êrîşên terorê yên li welêt fînanse kirin” û ” ji wan re alîkarî kirin”ê biryara girtinê dane.

Tarik Haşîmî, piştî biryara hikumeta Iraqê a girtinê çûbû herêma Kurdistana Federe û heta demekê li wira mabû. Dûra çû Qatarê û Erebistana Siûdî. Niha jî çendake li Tirkiyê dimîne.