Serrûpel Nûçe S. Onder: Kurd nayên ser çokan birayê min!

S. Onder: Kurd nayên ser çokan birayê min!

Belav bike

di televizyona Habertûrkê de bû mêvanê Balçîçek Îlter û rojev bi gotinên balkêş nirxand.

Sînemager û parlementer Sirri Sureyya Onder, di bernameya televizyona Haberturkê de siyaseta hikumeta AKPê rexne kir û got, “hikûmet dixwaze bi siyaseta zorê, Kurda bîne ser çokan, lê Kurd nêye ser çokan brayê min. Pirsgirêka hikumetê a xwebaweriyê heye. Îro li vî welatî Kurd, hêza herî guherîner û veguherîner in. Pêwiste bibêjin, hele were brayê min, em karin bi hev re çi bikin. Lê ew xwebaweriya tine. Ji %50 deng standine lê ji xwe ne bawer in. Tu dibînî heman tanka dişîne ser çalakvanên gûndî jî xwendekar jî. Gazê davêje ser wan. Ger bi xwebawer be vê dike.”

Li ser pirsa, “bûyîna BDPî wek heqaret tê bi lêv kirin” jî wisa bersivand, “parlementerên BDPî, kedeke zêde rişandin û hatine meclîsê. Min li Stenbolê 120 hezar deng girt. Hevalekî din li herêma din 140 hezar deng girt. Ne heq û hedê ti kesîye ku bi çavekî nefretê li BDPîyan binêre.”