Serokê Şandeya Çavdêrên NYê yên li Suriyê General Robert Mood, li paytexta Suriyê li Şamê civîna
çapemeniyê lidarxist. Di civînê de eşkere anî ziman ku, ger li nav welêt û derveyî welêt, di navbera
aliyan de dîyalog destpê neke, hejmara çavdêran çiqas dibe bila bibe, ne pêkan e ku dawî li şîdetê
were. Mood, di axaftina xwe de, fikareyên xwe yên hemberî êrîşên întixarî û bombeyî jî îfade kirin.
Di çarçoweya plana Annan a 6 xala pêk tê de, di nav şandeya NYê de 200 çavdêr hene.
Berdevkê Kofî Annan Ahmed Fevzî jî, li Cenewreyê daxuyaniyek da û şîdeta hemû aliyan bi zimanekî
tûnd şermezar kir.