Serrûpel Nûçe Serokwezîrê Kurdistanê gihişte Hewlêrê

Serokwezîrê Kurdistanê gihişte Hewlêrê

Belav bike



Di vê serdanê de Barzanî hevdîtinên di astên bilind de ligel berpirsiyarên Tirkiyê derbarê pêwendiyên di navbera herêma Kurdistanê de Tirkiyê de pêk anîn.

Yek ji xalên ku di hevdîtinan de li ser hate rawestandin kar ji bo wê yekê were kirib ku kompanyayên Tirkiyê li Kurdistanê bi berferehî kar bikin.

Her wiha li ser pêwendiyên siyasî, rewşenbîrî, aborî, bazirganî û asayîşî hate rawestandin.

Nêçîrvan Barzanî di hemû hevdîtinên xwe yên bi berpirsiyarên Tirk bal kişande ser wê yekê ku kêşeya Kurd li Tirkiyê kêşeyeke siyasî ye û b zorê nayê çaresekririn.

Serokwezîr Barzanî got ew pirsgirêk bi riyên diyalogê û şêwazên aştiyane tê çaresekirin.

Barzanî got ew amade ne di vê derbarê de bibin hevkar û rolekê di çareserkirinê de bilîzin