Serrûpel Nûçe Mano Xelîl dixwaze fîlma Sînema Amûdê çêbike, lê pêwîstiya wî bi alîkariyekê...

Mano Xelîl dixwaze fîlma Sînema Amûdê çêbike, lê pêwîstiya wî bi alîkariyekê heye

Belav bike

Derhênerê Kurd yê navdar Mano Xelîl, li ser hesabê xwe li Facebookê nivîsand ku ew dixwaze fîlmekê li ser şewata Sînema Amûdê çêbike. Şewata Sînema Amûdê, bûyeke dîrokî ye li Rojavayê Kurdistanê.

Mano Xelîl dibêje:

Û Şehrazad ji gotina rewa bêdeng bû
Bi salan ve peyam ji gelê me yê Kurd ji min re weke derhinêr tên û ji min dipirsin: Çima ez fîlmek li ser komkujîya Sînemaya Şehrazadê li Amûdê çênakim?
Piştî fîlmê Cîran, û ji demekê ve, ez difikirim ku fîlmek dirêj li ser trajediyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê çêkim.
Fîlm ji şewata Sînemaya Amûdê dest pê bike, paşê rêça dîrokî bişopîne ku ber bi serjimêra taybet, destdirêjiya erdên Kurdan, pêkanîna Kembera Erebî û bicihkirina Erebên Xemir di nav Kurdan de, heta ku bigihîje şerê DAIŞê û 30 hezar şehîdên Kurd, ku jiyana xwe bi îdîologia “Biratiya Gelan” dan.
Fîlmek li ser rûmeta ku hatiye binpêkirin, bîranîna gel ku ji bîr nekiriye, û birînek ku nehatiye girtin û bi hin dekorên derewîn jî nayê veşartin.
Fîlmek ku dema borî bi îro û siberojê re girêdide û dîrokek ji zilm, zordarî û derxistina mirovan ji axa wan vedibêje.
Wê ev ne fîlmeke tolhildanê be; lê hewldanek e ji bo vegerandina tiştê ku dem, bêdengî û zilm hewl died wê di bin axê de veşêre.
Ji bo ku ev fîlm bi awayekî profesyonel û hunerî were çêkirin, li cîhanê were belavkirin û bibe belgeyek dîrokî ya zilmên ku li ser Kurdan hatine kirin û hîn jî tên kirin, budceyek mezin pêwîst e. Bi taybetî ji ber ku divê em vegerin paşerojê û bi dekor, cil û berg, otomobîl, cihên kişandinê, mirovan û hemû hûrgiliyên din dîrokê ji nûvre biafirînin.
Şirketa Frame Film ya hilberîna sînemayê dê beşek mezin ji hilberînê li ser milê xwe bigire, lê em hewcedarê piştgiriya aborî ya mezin in ji aliyê sazî û dezgehên Kurdistanî yên têkildar ve, ku ev mijar ji bo wan jî girîng e.
Ger em vê piştgiriyê bibînin, em dikarin dest bi projeyê bikin. Belkî em bikaribin, herî kêm di warê sînemayê de, hinek ji wê zilm û êşa ku Baasîstên sîyonîst û sêwiyên wan di ruhên me de hiştine paqij bikin.

====

وسكتت شهرزاد عن الكلام المباح
منذ سنوات تأتيني رسائل من شعبنا الكردي تسأل: لماذا لا أقوم بتصوير فيلم عن حريق سينما شهرزاد في عامودا؟
بعد فيلم جيران وعرض بعض مأسي شعبنا الذي حرم الي اليوم من ابسط حقوقه الانسانيه والارهاب والفاشيه التي تمارس عليه، افكر منذ فتره في إنتاج فيلم طويل عن مآسي الكرد في غربي كردستان
يبدأ من حريق سينما عامودا، ثم يتتبع المسار الذي قاد إلى الإحصاء الاستثنائي، والاستيلاء على أراضي الكرد، وتنفيذ الحزام العربي وتوطين عرب الغمر في المستوطنات الصهيونية البعثية، وصولاً إلى حرب داعش والـ30 ألف شهيد من الكرد، على مذبح أخوة الشعوب
فيلم عن الكرامة المهدورة وذاكرة شعب لم تنسَ، وجرحاً لم يُغلق ولن يُغلق ببعض الديكورات المزيفة والاهم عن الخيانه

فيلم يربط الماضي بالحاضر والمستقبل، ويروي تاريخاً من الظلم والقمع والاقتلاع من الأرض
ليس فيلماً للانتقام، بل محاولة لاستعادة ما حاول الزمن والصمت والظلم دفنه
لصنع هذا الفيلم بشكل مهني وحرفي، ولتوزيعه عالمياً وليكون وثيقة تاريخية للظلم الذي مورس وما زال يُمارس على الكرد، يحتاج إلى ميزانية كبيرة، وخاصة بسبب العودة إلى الماضي من ديكورات وألبسة وسيارات وأماكن تصوير وبشر، وإلى ما هنالك من تفاصيل إعادة تصوير التاريخ إلى اليوم
شركة فرام فيلم للإنتاج السينمائي ستأخذ على عاتقها قسماً كبيراً من الإنتاج، ولكننا بحاجة إلى دعم مادي كبير من المؤسسات الكردستانية المعنية والتي يهمها هذا الموضوع
فإذا وجدنا هذا الدعم، فيمكننا البدء بالمشروع، فربما نستطيع، على الأقل سينمائياً، أن ننظف بعض القهر الذي تركه الصهاينة البعثيون وأيتامهم في أرواحنا