Li başûrê Îtalyayê, li bajarê Birindisê, bombeya ku li pêş dibistanê di konteynira çopê de bi cihkiribûn teqiya. Di encama teqînê de 2 xwendekar ku her du ji keçik bûne, jiyana xwe wenda kirin û herî kêm 7 xwendekar jî brîndar bûne.
Teqîn, îro saet di 07.45 ande li pêş Enstîtûya Profesyonel a Falcone Morvillo qewimiye. Li cihê bûyerê keçekê jiyana xwe ji dest da. Keçeke din a xwendekar jî li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Xwendekarên brÎndar ji nexweşxana Terrino girtine bin dermankirinê.
Dibistan, di sala 1992 an de du qurbaniyên mafyayê Giovanni Falcone û hevjîna wî Francesca Morvillo bi navê wan hatiye çêkirin. Bombe tam di salvegera kuştina wan de hatiye teqandin û tê îdiakirin ku ew jî gumana xûrt dike ku êrîşa mafyayê ye.