Serrûpel Nûçe Wezîrê berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler: Em niha ji Îraq û Sûriyê dernakevin

Wezîrê berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler: Em niha ji Îraq û Sûriyê dernakevin

Belav bike

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler got, heta ku ew ewlekariya welatê xwe bi temamî garantî nekin ew ji Sûriyê û Îraqê dernakevin.

Guler ji ajansa Frensî AFP re axifî û got, derketina hêzên wan ji Sûriyê û Tirkiyê bi parastina ewlekariya sînorê wan re girêdayî ye.

Eşkere kir ku dema ku şert û mercên pêwîst ên girêdayî ewlehiya sînor û aramiyê pêk hatin, wê demê em dikarin rewşa hebûna hêzên xwe li herêmê di ber çavan re derbas bikin.

Wezîrê berevaniya Tirkiyê negot çiqas serbazên wan li Sûriyê û Îraqê hene, lê tê texmînkirin ku li Iraqê di navbera 800 heta 1000 leşkerên Tirkiyê hebin.

Di dema hilweşîna rejîma Esed de jî li Sûriyê hejmara leşkerên Tirkiyê di navbera 16 hezar heta 18 hezaran de bû.