Îro (30/5/2012) Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet yê Rûsiya li Rojhilata Navîn Mîxayîl Bogdanov û şande ligel kir. Di hevdtînê de Mîxayîl Bogdanov da diyarkirin ku ‘serdana me ji bo ku em ligel berpirsên Herêma Kurdistanê têkiliyan xurt di navbera her du aliyan de ava bikin.’ Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji aliyê xwe ve got “Niha jîngeheke guncaw heye ku Rûsiya Federal bi qebareyekî mezintir were Herêma Kurdistanê.” Her weha Nêçîrvan Barzanî got “Em di qonaxa guhestinê de ne û em bi hemû derfetên xwe hewl didin xwe rêkbixin û li ser rêyeke minasib warê siyasî, demokrasî, geşepêdana welat, perwerde, tendirustî û rewşa civakî de li Herêma Kurdistanê pêşbixin.” Her weha di hevdîtinê de behsa rewşa Îraqê û têkiliyên dîrokî di navbera Kurdistanê û Moskowayê de hat kirin. Di mijareke din de jî, Nêçîrvan Barzanî got ku “Siyaseta me siyaseteke dirust e, ji ber ku em li gor destûra Îraqê tevgerê dikin û armanca me jî ew e ku em samanên welat ji bo xweşiya jiyana hemwelatiyan û pêşerojeke geş bo welat bikarbînin.”
Avestakurd