Serrûpel Nûçe “Rûsiya li hember Kurdan xemsarî kiriye“

“Rûsiya li hember Kurdan xemsarî kiriye“

Belav bike

 Di hevdîtinê de Bogdanof awayekî fermî nameya vexwendina Serokê Herêmê ya ji aliyê Wezareta Karê Derve ya Rûsiya hatî şandin ve, pêşkêşî Barzanî kir û got ku ew  ê keyfxweş bibin cenabê wî li Moskoyê bibînin. Her weha di vê hevdtînê de Bogdanof da diyarkirin ku miletê Rûsiya ji miletê Kurdistanê û taybet Serokê Herêmê hez dikin. Û got ku, welatê wî heta niha xemsarî kiriye di warê pêşxistina têkiliyên ligel Kurdistanê û niha dixwaze vê yekê bi cidî bike. Bogdanof di axivitina xwe de bal kişand ser Kurdên Rûsiya ku Kurdên wir rêzeke mezin ji Serok Barzanî re digirin û wî serokê xwe dibînin. Ji aliyê xwe ve Serokê Herêmê vexwendina bo Rûsiya qebûlkir û got ku Herêma Kurdistanê dixwaze têkiliyên xwe ligel Rûsiya pêşbixe û dostaniya xwe xurt bike.

 

Avestakurd