hevçerx nû di warên navnetewî da, her ji despêka serbûra xwe di warê muzîkê da, min pêkolkirîye ku muzîka min bibîte pirek dinavbera muzîka kurdî û muzîka rojavayê da, her wesa muzîka gelan da, bi armanca xurtbûna giyanê biratî, tebayî, aştî, giyanê lêbûrînê û hevdu qebulkirinê di nav gelan da û bibîte helgira peyama aştî û viyanê. Bo vê armancê û bi dilek pir xweş, li ser daxwaza kompaniya (Ege Kultur Sanat Organizasyon LTD) min dixwast çend konsêrtên muzîka kurdî, li bajarên (Istanbul, Amed, Mersîn, Izmîr û Ankara) pêşkêş û encambidem, lê mixabin, jiber çend astengî û pirsgirêkên teknîkî çend neberhevî yên organîzekirinê, ev daxwaza min bicî nehat û çênebû. Lewa me biryar da ku van konsêrtên he betalkeyn û nehênekirin. Ji ber vê yekê, ji pêş xwe û hevalên xwe ve, ez daxwaza lêbûrînê ji hemû hejêker û mereqdarên muzîka xwe dikem, bitaybetî jî xelkê hêja yê bajarê Ameda rengîn û xoşewîst. Hîvîdarim ku di paşerojeka nêzîk da, ez bi muzîka xwe ve bikarim bihême xizmeta hewe.
Dilşad Seîd
Amed : 27 gulana 2012