Serrûpel Nûçe “Ez ji Kurdan hez dikim û Kurd jî ji min hez dikin“

“Ez ji Kurdan hez dikim û Kurd jî ji min hez dikin“

Belav bike

 Erdogan duhî (2/6/2012) serdana bajarê Diyarbekir kir û di Kongreya partiya xwe de axivitinek kir. Erdogan di axivitina xwe de peyamek girîng ji bo pirsgirêka Kurdî neda. Erdogan bal kişand ser her du partiyan CHP û BDP’ê û got ku ‘van her du partiyan tiştek ji Kurdan re nekirine’ û bila her du ‘xwe bikin yek.’ Her weha Erdogan behsa xwe û têkiliyên ligel Kurdan kir û da diyarkirin ku ‘ez ji Kurdan hez dikim û Kurd jî ji min hez dikin.’ Erdogan got jî ku ew ji derd û êşên Kurdan têdigehe, dizane  û êrîşî CHP û BDP’ê kir ku van her du partiyan ‘tiştek ji derdê Kurdan nizanin.’ Û bal kişand ‘ser pirsgirêka terorê.’ Lê, Erdogan der barê çareserkirina pirsgirêka Kurd de ti peyamek girîng û cidî neda.

Pankarta ku ji bo bixêrhatina Erdogan hatibû nivîsandin, bi kurdiyeke şaş hatibû nivîsandin: Tu bi xer hati başbakanim”

Avestakurd