Lê hat zanîn, Lîsteya Îraqiye navê 10 parlementerên din îmzekirine ku bawerî ji Nûrî El Malikî bê wergirtin û ev bav niha di rê de ne bigihin berdestê Celal Talebanî. Li gor Berdevkê Tevgera Rêkeftina Niştimanî Hadî Zalmî ji Aknewsê re gotî “10 parlementerên din yên Îraqê navên xwe li lîsteya bê baweriya bi Malikî zêde kirin, niha lîste di rê de bo Serokomar Celal Talebanî taku li ser 160 navên pêştir zêde bike.’ Bi van 10 navan zêdeyî daxwaza destûrê çêdibe. Lê gelo vê carê Talebanî yê îmze bike yan na? Berî niha nav zêde çûbûn ber destê Celal Talebanî, lê hat zanîn çend kesan xwe jê vekişandiye. Ji aliyekî din ve hin derdor didin diyarkirin ku ji ber zext û gefên Îranê Celal Talebanî nameya bê baweriya bi malikî îmze nekiriye. Lê, ya diyar aliyên siyasî yên Kurdan û Ereban bi israrin bawerî ji Malikî bê stendin.
Avestakurd