Serrûpel Nûçe Erdogan: BDP û MHP yekin

Erdogan: BDP û MHP yekin

Belav bike
 Erdogan li bajarê Sakarya 4’emîn Kongreya Partiya xwe de axivî û di axivitina xwe de bal kişand ser BDP û MHP’ê. Erdogan der barê BDP’ê de got “Ji ber ku di bin gefan de ne tundiyê derve nahêlin.” Ji bo MHP’ê jî da diyarkirin “Neteweperestî afirandina ramanekî ye ne bi bê bextî, bi xeberên nebaş û bê rêz êrîşkirine.” Erdogan der barê her du partiyan de weha berdewamkir ” BDP’ê jî weke MHP’ê ye, nijad û netewperestî bo xwe îstîsmar dikin da ku bikaribin li ser piyên xwe bimînin.” Her weha got ku “Devera tundî lê hebe siyaset tune ye, devera siyaset lê hebe tundî tune ye” Erdogan di berdewamiya axivitina xwe de da diyarkirin ku “Li şûna BDP’ê îradeya xwe deyne holê, îradeya xwe radestî terorê kirine.” Û got ku ‘xewnên me mezinin, em dê wan xewnên xwe pêk bînin.’

 

Avestakurd