Serrûpel Nûçe Gerîla helîkoptereke Skorsky xistin xwar

Gerîla helîkoptereke Skorsky xistin xwar

Belav bike
 Li gor hin jêderên HPG’ê ragihandî, gerîlayên wan di van pevçûnan de helîkopterek Skorsky xistine xwar û derbe li 2 helîkopteran xistine. Her weha jêderên gerîla destnîşankirin ku wan di heman demî de bi rokêt, docka û çekên giran êrîşî qereqolên seyar yên gundên Serpîl, Balkîs û Gorangeyê û Tabûra Robarokê kirine. Der barê kuştî û birîndaran de jî gotin ku ‘zêdetirî 30 leşker hatiye kuştin û bi dehan leşker birîndar in.’ Hêjayî gotinê ye, çapemeniya Tirk dabû diyarkirin ku 8 leşker hatine kuştin û 16 birîndar bûne. Lê, piştî pevçûn û bihistina nûçeya kuştiyan, serfermandarê giştî yê artêşa Tirk û paşê jî Îdrîs Şahîn û Atalay çûne Colemêrgê.

 

Avestakurd