Serrûpel Nûçe Sedir: Kerkûk Îraqî ye

Sedir: Kerkûk Îraqî ye

Belav bike

 Li dema Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî serdana bajarê Kerkûkê kiribû, dabû diyarkirin ku ‘Kerkûk Îraqî ye û nasnameya xwe Îraqî ye’, lê Rêveberiya Herêma Kurdistanê yekser helwest nîşan dabû û gotibû ‘Kerkûk Îraqî ye lê nasnameya xwe Kurdî ye.’ Der barê vê mijarê de Serokê Rewta Sedir daxuyaniyek da. Li gor nûçeya Somariaenewsê, Sedir gotiye ‘Kerkûk Îraqî ye û kesekî daxwaza Kerkûkê nekiriye.’ Her weha Sedir dibêje ku ‘Dema min hevdîtin ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û berpirsên Hewlêrê kir, min behsa Kerkûkê kir, lê kesî daxwaza wê nekir.’ Her weha Sedir di berdewamiya axivitina xwe gotiye “Digel rêza min bo hemû birayên me yên Kurd, ez dibêjim Kerkûk Îraqî dimîne û em hemû tê de dijîn ji Kurd, Ereb, Sune û Şîîa weke hemû parêzgehên Îraqê.’

 

Avestakurd