Serrûpel Nûçe Barzanî rexne li Talebanî nekiriye

Barzanî rexne li Talebanî nekiriye

Belav bike

 Li dema Celal Talebanî ji bo nexweşiya xwe çû Almanya, ji aliyê çapemeniyê ve hatibû belavkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî qaşo di civîneke ligel parlementerên PDK’ê de gotiye “Serdana Talebanî ne di cihê xwe de ye, di vê dema niha de gelek pirs li pey xwe hiştine.” Lê li gor Feysel Debax ji Aknewsê re ragihandî, ev tenê gotgotkin. Debax got “Serok Barzanî axivitinek wiha nekiriye, ew nûçe derewe û em red dikin.” Her weha hat zanîn ku di van rojan de ti civîneke Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel parlementerên PDK’ê çênebûye.

 

Avestakurd