Serrûpel Nûçe Gelo Serokê PKK Öcalan li ku ye?

Gelo Serokê PKK Öcalan li ku ye?

Belav bike
  

Dewlet bê denge, berpirsên bilind û dozger û dadwerên têkildar bê deng in. Tu deng ji rêxistina mafê mirovan ya cîhanê dernakeve, xwepêşandanên berî niha ji bo Ocalan dihatin kirin kêm bûne. Birayê Ocalan, Mihemet Ocalan dibêje ‘Bi mehane me hevdîtin nekiriye. Miriye, saxe, li Îmraliyê ye, em wê jî nizanin. Rojnameya Aydinlik ya Tirkiyê îdîa dike ku ‘Ocalan ne li Îmraliyê ye, rakirine zîndaneke din, di nava pêvajoyê de dê wî ji wir rakirin têxin zîndaneke malê.’ Lê, Wezareta Dadê ya Tirkiyê got “Ocalan hêj li Îmraliyê ye, heta biryareke cuda neyê wergirtin dê li wir be. Biryara nehevdîtina wî ligel parêzeran didome.” Li gor îdîayeke din jî ‘Ocalan li nexweşxaneyeke leşkerî tê derman kirin.’ Lê birayê Ocalan, Mihemet Ocalan diyarkir ku “Her tişt tariye. Di çi rewşê de ye, mercên zîndanê çi ne, ti pêzanînên me tune ne. Her dawî dema min serdana wî kir, min ligel çapemeniyê parvekir. Berpirsê zîndan ligel xwe 3’ê xal nivîs anîbû û tê de gotibû ‘ji ber van mercan ez hevdîtinê nakim’. Paşê ne berpirsê zîndanê, ne Wezaretê, kesekî tiştek negot. Bê ku bang me bikin, em nikarin biçin wir. Berê em ji hefteyê carek, ji 15 rojan carek diçûn. Heta niha parêzer di heftê de 2 cara daxwaza hevdîtinê dikin, lê berisv tune ye, pêzanînan nadin. Miriye, saxe, li kû ye, hêjî li Îmraliyê ye, em nizanin. Ev pirseke însanî ye, lê kesek weha nêzîk nabe.” Gelo çima dewlet der barê rewşa Ocalan de bê denge? Çi heye? Çi dibe? Ocalan li Îmraliyê ye na? Niha her ku diçe ev pirs di rojeva Tirkiyê de zêde dibin.

Avestakurd