Serrûpel Nûçe 47. Salvegera Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê

47. Salvegera Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê

Belav bike

Germa Diyarbekir ya havînê; dilê me 5 kesan ji bona azadî û otonomiya welatê me yê bindest, Kurdistana birîndar germ kiribû. Em bewer bûn ku emê di wê rojê da, li ser wê axa pîroz gaveke dîrokî bavêjin ku rih û giyanên Şêx Seîd Efendi, Xalid Begê Cibrî, Seyd Rizayê Dêrsimî û bi hevalên xwe yên cennetmekan va, di wê rojê da bi vê gava me ya pîroz û giring xweş bibin, şah bibin.

Serê sibê siet li 09.00 yê, li Derê Çîyê 5 xortên Kurd yên xwenda û xwenas li Faytonek siwar bûn berê xwe dane Derê Mêrdînê. Di Derê Mêrdînê da çune Koşka Gazî (Gazi Köşkü). Gava ku ji Faytonê peya bûn; gotine paytonajo: “- pişti 2 sietan vere me ji vêderê rak e.”

Herweka ku em 5 heval vê roja xweş, vê roja geş, ji bajêr derketine ger û seyranê. Pêşî çun derketine Köşka Gazi Mustefa Kemal li Koşkê geriyan. Ji bo ku kesek şibheyek ji wan nekin, li dorûberê Koşkê zivirîn û berjêr bûn, hatin li benda zeviyek, li binê dareke çinarê ya sedsale rûniştin.

Seîd Elçî ji hevalên xwe Şerefeddin Elçi, Emer Turhan, Derviş Akgül û Şakir Epözdemir ra vê mijarê vekir. Behsa ehemîyet û gringiya vê gava ku emê niha sond bixwin û bikevine binê bareke giran kir. Wekî ku ewî pêşengê ezîz işaret kir, ev yek fedekariyeke wisa bû ku diva em bizanin em ji bona milet û welatê Kurdistanê, xwe feda dikin. Lê diva ku me xwe di korayîyê da winda nekir a. Diva ku me xwe biparasta ji bo bighana armancê. Armanca me kifş bû, daxaza me kifş bû û ew armanc hêja bû ku em ji dil û can bikevine binê vî barê dîrokî, insanî û millî.

Şerefeddin Elçî Parêzer bû. Programa Partîyê bi Av. Faiq Bucaq û Av. Kemal Badılli va hazir kiribû. Vî hevalê hêja jî di warê qanunên cezayê da behsa sivik kirina cezayê kir. Li gora ku Şerefeddin Elçi beyan kir û tê bîra min, programa parti federaliyê nedaye pêş, otonomîyê daye pêş, ew otonomî jî nêzîkê federalîyê ye lê, gava em li ser vê programê bêne girtin emê di şûna ku 15 salan razên, wê mehkemeyên Tirkan ji salek heya 3 salan bikaribin me ceza bikin.

Derwêş Akgül ji di warê wergerandına programên KDP’yên İraq û Sûrî da çend tiştan got, behsa xebata xwe kir. Emer Turhan jî li ser pêwîstîya vê rêxistinê çend hevok got û min bi wê sonda ku weke helbest hazir kiribû û bi navê Xweda û hesreta hemî şehidên ezîz û navdar xemilandibû pêşî sond xwar û wan hevalên hêja jî yeko yeko da sondê. Piştî sond xwarinê li ser xebatê, sererastkirina dawîya dawî ya program û nizamnameyê û çend tiştan me biryar dan û di warê rêxistinê da hema di wê sietê da berê min dane herêma Sason, Hezzo û Bayîkan.

Paytona me hat, em siwarbûn, bi hevra çune restorantek ku deriyê wê li ser cada İzzet Paşa vedibuya û ne xelet bim navê wê Bulwar bû.

Ew eşq û heyecan û hewes weka ku 74 salî me, niha jî dil û mejîyê min dijenînê. Eynî heyecan niha jî bi min ra hey e. Dilê min germe weka wê rojê. Kurdistan şiyar bu ye. Perçeyek ji çaran yek buye dewlet. 47 sal berê General Mela Mistefa guman û hêviya me xwuert dikira, niha Serokê Dewleta Federal ku bi yekdengi hatiye bijartin û bijareyê hemî bijarteyan e, Cenabê Mesud Barzanî bi eşkerayî dibêje “- Geli kurdan! Yekitiya xwe xwurt bikin ez li pişta we me.”

Ji ber vê ez gelek xweşhalim, kêfxweşim û şikirdarim ku Xwedayê Gewre û Miradbwxş aqıl dide Kurdan, doza Kurd û Kurdistanê bi alema dinyayê dide pejirandin û vê sedsala 21 ê ji me Kurdan ra miyesser kirî ye û dik e. Xwuda hevalê me ye, Serok li pişta me ye, dinya li benda me ye.

Ez weka damezrenereke Partiya Demoqrata kurdistana Tirkiyê di 47 salvegera vê rêxistinê da hemu dilxwazên vê partîyê pîroz dikim û serkeftinê ji hemu tevgerên Kurd ra daxaz dikim. Bi rêz, bi hirmet, bi hîvîya yekîtîya kurdan li ser xeteke kurdewarî Û KURDİSTANÎ.

Şakir Epözdemir
Lêkolinêr – Nivîskar
hesinker@gmail.com