Di hevdîtina Pol Steven û Barzanî de, ku li nivîsîngeha serokwezîrê pêk hat, berpirsiyarê pêwendiyên derve di hikûmeta Kurdistanê de Felah Mistefa jî amade bû.
Barzanî, ji konsolê Amerîka re li Hewlêrê ku nû dest bi kar dike, serkeftin xwest.
Ji aliyê xwe ve konsol, spasiya serokwezîr kir ji bo pêşwazîkirina germ û got ku hikûmeta Amerîka û gelê Amerîkî rêzê ji xebat û têkoşîna gelê Kurd re digirin.
Di hevdîtinê de li ser çalakiyên û karûbarên aborî, bazirganî, rewşenbîr û rewşa siyasî hate rawestadin.
Her wiha konsol diyar kir ku ew li ser wê yekê kar dikin ku heta dawiya vê salê ew bikaribin ji Hewlêrê vîzayê bidin hemwelatiyan.
AVESTAKURD