Serrûpel Nûçe Ebdilbasit Seyda ligel Davutoglu civiya

Ebdilbasit Seyda ligel Davutoglu civiya

Belav bike

Di hevdîtinê de Davutoglu di derbarê bicîbûna hêzên PKK-PYD li ser sînorê bakurê Kurdistanê li aliyê rojava nerazîbûna xwe anî ziman.

Davutoglu diyar kir ku ew ji nêzîk ve rewşa herêmê dişopînin û ew ji kiryarên rêkxistinên ser bi PKK ve li Sûriyê nerazî ne.

Seyda ji aliyê xwe ve diyar kir ku rêjîma Sûriyê herêma Kurdan ji PKK re berdaye û lê belê Kurd ne ligel wê yekê ne.

Seyda got, Kurd piştgiriya şoreşa Suriyê dikin û beşekî mezin ji Kurdan ne bi grûpên PKK re ne.

Seyda her wiha got, hêzên rêjîma Sûriyê bêyî ku şer bike herêma Kurdan teslîmî PKK-PYD kir û ji vekişiya.