Serrûpel Nûçe Dê paytexta Kurdistaneke serbixwe hebe

Dê paytexta Kurdistaneke serbixwe hebe

Belav bike

  

Baydemîr li Komalgeha Rojnamegeran, rojnamegerên li bajêr xebatê dikin vexwend xwarina fitarê. Baydemîr li vir axivitnek der barê pêşketinên li Sûriyê dibin de kir. Baydemîr di axivitina xwe de bi taybet li ser rewşa Kurdan sekinî û got “Weke li Îraqê, dê li Îranê jî Kurdistaneke xweser çêbe, dê li Tirkiyê jî Kurdistaneke xweser çêbe, dê li Sûriyê jî Kurdistaneke xweser çêbe. Ez difikrim ku ji bilî vê ti rêyek din tune ye. 20 milyon Kurd ku ji tunebûnê hebûn bi dest xist, dê hebûna xwe yadîger neke. Bila hemû cîhan vê bizane. Bi taybet ku heta niha jî baweriya me bi biratiya gelê Tirk heye, hêvî dikim bila wisa bizane. Em ê hebûna xwe yadîgerî tu miletî nekin ku hebûna me nasnake.” Her weha Baydemîr ji bo paytextên Kurdistanê jî got ku “Dê Amed, Hewlêr, Qamiloyê û Mihabad paytextên Kurdistanê bin.”

 

Avestakurd