Serrûpel Nûçe Malikî gef li Herêma Kurdistanê xwarin

Malikî gef li Herêma Kurdistanê xwarin

Belav bike

 Li gor daxuyaniya Fermandariya Bilind ya Hêzên Îraqê, Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî gotiye ku “Em polîs û leşkerên Îraqê ji ber bûyerên li Sûriyê dibin û da ku ziyan negihe ewlekariya Îraqê li ser sînor bicîh dikin. Bicîhkirina van hêzan herêma Kurdan hedef nayê girtin. Serdestiya welat û parastina sînor erkê Hikûmeta Navendî ye. Ner erkê wîlayet yan herêma ne.” Malikî di berdewamiya axivitina xwe de gef li Herêma Kurdistanê xwarin û got “Neqbûlkirin û li dijî derketina Rêveberiya Herêma Kurdan li dijî bicîhkirina hêzên Îraqê li ser sînorê Sûriyê, ne qanûnî ye û li dijî pêşîgirtina ewlekariyê ye. Divê Rêveberiya Herêmê rêzê ji nîzam û qanûnê re werbigire. Bilindkirina çek û gefxwarin ji aliyê hin yekîneyan ve nîşana rewşeke metirs dide.”

Avestakurd