Serrûpel Nûçe Bêdengiya we me dikuje!

Bêdengiya we me dikuje!

Belav bike


 

Her çiqas li herêma Kurdan li Sûriyê şer tune be jî, lê belê bi hezaran malbatên Kurdên ji Şamê, Humusê, Ezazê û Helebê koçî bajarên xwe bûne, berê xwe dane Efrînê, Kobanî, Qamişlo, Amûde, Dêrîkê û bajarên din.

 

Êdî di bajaran de cih ji bo Kurdên ku malên xwe sirgûn bûne nemane.

 

Ne tenê Kurd, malbatên Ereb yên ji Hama, Heleb û Humusê jî ji bajarên xwe reviyane û çûne li bajarên Kurdan weke mêvan bi cî bûne.

 

Xeberên ji herêma Kurdan tên, gelekî dramatîk in.

 

Nan tune ye, ard tune ye, buhabûn, birçîbûn û perîşaniyeke giran heye.

 

Her wiha elektrîk her demê qut e.

 

Rewşa milet gelekî xerab e.

 

Kurd gazinan ji birayên xwe yên ji başûr û bakurê Kurdistanê dikin.

 

Bi taybetî gazinên Kurdên SÛriyê ji Kurdên bakur e.

 

Dibêjin bi hezaran me ciwanên Kurd ji bo parastina xaka bakurê Kurdistanê kirin qurban. Bi hezaran ciwanan xwîna xwe li ser xaka Colemêrgê, Diyarbekirê, Şirnex, Wan, Batman, Cizîra Botan û Cûdî rijandin… Bi hezaran zarokên Kurd li Kurdistana rojava sêwî man. Bi sedam xwendekarên me yên zanîngehê dev ji xwendina xwe berdan û tevlî refên PKK bûn, yên birêndar bûn, yên şehîd ketin û yên ku di zindanên Tirkiyê de hatine girtin.

 

Kurdên Sûriyê li benda wê yekê ne ku di van rojên teng de, Kurdên bakur xwedî li wan derkevin, deng ji xwe derxînin û bi êşa hem bira, hem jî cîranên xwe bihesin.

 

Ev ne tenê deyneke, ev heqek e.

 

Kurdên bakur û başûr, divê ji bîr nekin ku Kurdên Sûriyê di rojên her xerab û teng de xwedî li wan derketin.

 

Kurdên Sûriyê bang Kurdan dikin, bi taybetî, Kurdên bakur, dibêjin: „Bêdeng nebînin, ji bîr nekin, em tu caran li hember zilm û zora li li we dibû em bêdeng neman, em ne tenê bêdeng nema, me xwîn jî ji bo we rijand, heta niha bi hezaran ciwaên me li bakurê Kurdistanê di bin axê de veşartî ne, em cihê wan jî nizanin… bêdeng nemînin… Bêdengiya we me dikuje“