Duhî (30/7/2012) hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina rewşa siyasî ya Îraqê, Herêma Kurdistanê, rewşa Rojavayê Kurdistanê, hatina hêzên Malikî li ser sînor di bin serokatiya Serokê Herêmê de civiyabûn. Civîna ku li demjmêr 11’ê sibê destpêkiribû û çavlirêbû Goran piştî nîvro beşdar bibe, lê Goran beşdar nebûbû. Der barê nebşdarbûna Goran de, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek nivîsî di MSHK’ê de belavkir. Di daxuyaniyê de nebeşdarbûna Goran ‘dijî yekrêziya Kurdan’ hatiye bi nav kirin. Di daxuyaniyê de weha tê gotin “Ji hemû aliyên Kurdistanî re hatibû gotin ku beşdarî civînê bibin lê tevgera Goran ev civîn baykot kiriye û gotiye ’em nabin paşkoye tu aliyekî.’ Em jî ji wan re dibêjin kesî ji we re negotiye bibin paşko, hûn azad in lê helwesta ya îro li dijî yekrêziya gelê Kurdistanê ye.”
Avestakurd