Serrûpel Nûçe Gundiyên ji şerê Şemzînanê reviyan axifîn (Vîdyo)

Gundiyên ji şerê Şemzînanê reviyan axifîn (Vîdyo)

Belav bike

Li Navçeya Colemêrgê li Şemzînanê, ji ber şerê dijwar yê ji 13ê Tirmehê vir ve didome, gundên girêdanê Şemzînanê Nehrî (Baglar),
Navrezan (Çem), Qelaşk (Gunyazi) û mezrayên Yigitler a jor û jêr, û Orta Mehelle hatine valakirin.  Hemwelatiyên ku ji ber pevçûnan gundê xwe berdane, hinekê wan çûne Derecikê û hinek jî çûne Şemzînanê.
Gundiyên ku mecbûr mane û koç kirine, ku ew nêzika 30 malbatî ne, jiyandinên xwe vegotin. Gundî dibêjin ku, bûyerên ku em li vira dijîn, vê dramê ti kes fehm nake… Li wira şerekî mezin heye… Em êdî nikarin li wira bijîn… Ajalên me li gund man, ancax me karibû canê xwe xilas bikira… ti derên ku nehatine bombekirin nema ne…