Serrûpel Nûçe Ji 28 Şibatê heta niha bi 904 dron û rokêtan êrîşî Kurdistanê...

Ji 28 Şibatê heta niha bi 904 dron û rokêtan êrîşî Kurdistanê kirin: 29 şehîd

Belav bike

Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, ji destpêka şerê navbera Amerîka û Îsraîlê li gel Îranê ji 28ê Sibatê ve heta îro, Herêma Kurdistanê bi 904 dron û moşekan hatiye bordûmankirin. Di encamê de 29 şehîd û 138 birîndar hene.

Hejmara êrişan li gorî parêzgehan:

  • Parêzgeha Hewlêrê: 617 êriş

  • Parêzgehên Silêmaniyê: 254 êriş

  • Parêzgeha Duhokê: 31 êriş

  • Parêzgeha Helebceyê: 2 êriş

Şehîd û birîndarên di encama êrişan de:

Di encama van êrişan de 29 kes şehîd bûne, ku pêk tên ji: Heft pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yekê li sînorê Xelîfanê li parêzgeha Hewlêrê, karmendekî asayîşê li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, jin û mêrek ku di mala xwe de hatin şehîdkirin; 17 pêşmergeyên sê partiyên Rojhilatê Kurdistanê û kurê pêşmergeyekî Rojhilatê Kurdistanê. Kesê din jî serbazekî Fransî bû li Hewlêrê.

Li gorî amara komkirî ya Rûdawê, beşek ji birîndaran pêk tên ji: 29 pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yekê li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê, sê karmendên asayîşê li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, her wiha sê pêşmerge, du pasewanên taybet li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî li Silêmaniyê, pasewanekî Hotêla Titanic li Silêmaniyê, her wiha du karmendên berevaniya şaristanî ya Xelîfanê, du pêşmergeyên Hêzên 70 û polîsek.

Her wiha di nav birîndaran de 18 sivîl hene û birîndarên din jî pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û pênc serbazên Fransî bûn li Hewlêrê. (Rûdaw)