Serrûpel Nûçe Kî dikare logoyekê çêbike?

Kî dikare logoyekê çêbike?

Belav bike

  

Piştî ku Tevgera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê Heyeta Bilind ku nûnertiya Kurdên Rojava dike avabû û pêve, niha jî dixwazin logoyeke nû çêbikin. Berdevkê Desteya Bilind Ehmed Silêman daxuyaniyek belavkir ku daxwaz ji kurdan kir li ser vê navnîşanê; desteyabilind.kurd@yahoo.com  dîtin û pêşniyarên xwe ji bo çêkirina logoyekê bişînin. Di daxuyaniyê de tê gotin “Ji ber her gelek semboleke xwe heye û her navçe aleke wê heye, lewra qareamniyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê pêdivî bi sembol û nîşan heye.” Hêjayî gotinê ye, di dîroka gelê Kurd de û di qonaxên cuda cuda de gelek alên Kurdan çêbûne û bûne xwedî al. Li ser dema Medan, li dema Eşrefê Bedlîsî de, li dema Kurdistana Sor, li dema Herêma Otonom li ser dema avakirina Îraqê, li dema Kurdistana Federe, li dema Serhildana Koçgirî, li dema Komara Mehabad û li ser dema îro ala li Herêma Kurdistanê. Ango gelê Kurd li gelek serdaman de bûye xwedî alên cuda cuda.

 

Avestakurd