Serrûpel Nûçe Naxwaze têkiliyên Tirkiyê û Kurdistanê hebin

Naxwaze têkiliyên Tirkiyê û Kurdistanê hebin

Belav bike
 Malikî di hevpeyvîneke ku kanala A Hebar ya Tirkiyê ligel pêk anî de, êrîşî têkiliyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê dike. Li gor çavkaniyên çapemenyiya Tirkiyê ku di vê hevpeyvîna bêweşandin de, Malikî Tirkiyê rexne dike û dibêje ‘Tirkiyê weke dewleteke serbixwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dibe’ û dibêje ku ‘li şûna Tirkiyê berê xwe dide Hewlêr bila berê xwe bide Bexda û li gel Bexdayê têkiliyên xwe deyne.’ Her weha dide diyarkirin ku berî niha Tirkiyê têkiliyên xwe ligel Bexda hebûn lê niha ev yek guhartiye û dibêje ku ‘ev yek ji pirsgirêkên di navbera Bxeda û Tirkiyê de ye.’ Hêjayî gotinê ye, li gor teqîn û aloziyên heyîn, ji dema Malikî bûyî Serokwezîr, gelek bajarên Îraqê (bi taybet Bexda) di nava gola xwînê de maye, rewşa Îraqê ber çarenûseke metirs û nediyar ve diçe û qeyraana siyasî li Îraqê Kûr bûye.

 

Avestakurd