Ev hevdîtina di navbera her du aliyan de pêk hatî, ji aliyê AKP’ê û CHP’ê ve bu cihê nerazîbûnê û her du aliyan binirxandin û tawanbarkirên tund êrîşî parlementerê BDP’ê kirin. Serdozgerê Komarê yê Wanê Osman Nûrî Guler jî ragihand ku wan der barê hevdîtina di navbera PKK-BDP’ê de lêpirsîn daye destpêkirin û dê hemû hûr û kûriyên vê hevdîtinê vekolîn bikin. Û got ku dê piştî temamkirina dosyayê, dê dosyayê bişînin Wezîrê Dadê û Meclîsê. Lê, Alîkara Serokê Giştî yê BDP’ê Gultan Kişanak û parlementera bajarê Wanê Aysel Tûglûk der barê lêpirsênê de daxuyaniyek dane çapemeniyê. Kişanak diyarkir ku pirsa Kurdî li eywanên dadgehan nayê çareserkirin, pirsa Kurdî bi dad, wijdan, bi demokrasiyê tê çareserkirin. Tûglûk jî got “Dikarin vekin, tiştin hene em jî bêjin. Ya me jiyan kirî ne li dijî qanûnê ye. Heta dawî xwezayî ye, em bi rewşeke heta dawî rast re rû bi rû hatin. Eger ew ne di ferqa vê yekê de ne, ew pirsa wan e. Em ji wê dîtinê keyfxweşin. Hema çi nebe guhdarkirina wan, di kîjan mercan de ne, têkoşîneke çawa dane ji bo me bi wate bû. Ji ber vê yekê dikarin çend dixwazin lêpirsînan vekin û ceza bidin.”
Avestakurd