Hekîm li roja duşembê (20/8/2012) di axivitina xwe ya ku ji aliyê kanala Firat ya asîmanî ve bizindî hate weşandin de, hişiyarî da hemû aliyên Îraqê. Hekîm diyar kir ku ‘projeya milet di metirsiyê de ye û ev metirsî her kesî digire nava xwe.’ Her weha got ku ‘divê em projeya xwe di hundir de xurt bikin û ji derve biparêzin. Divê em bi hev re alîkar bin da ku serarastkirina dewletê bikin û ev yek jî bi yekgirtina me pêk tê.’
Avestakurd