Duhî (21/8/2012) li Moskoyê piştî hevdîtina ligel Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê re di Kongreyeke Çapemenî de Cîgirê Serokê Hikûmeta Sûriyê Qedrî Cemîl ragihand ku ‘Sûriyê amadeye çûna Serokdewletê Sûriyê Beşar El Esed gotûbêj bike’ û got ku ‘divê em yekser biçin diyalogê, tiştekî qedexe em li ser gotûbêj bikin tune ye.’ Her weha Cemîl diyarkir ku hikûmeta Sûriyê berê xwe dide dostên xwe yên weke; Çîn, Hind, Rûsya, Îran û Venzewîla. Her weha Cemîl aşkere kir û daxwaz kir ku ev alozî bi dawî bibe, ji ber ku bandora xwe li aboriya welêt dike. Cemîl di axivitina xwe de welatên ku difkirin êrîşeke leşkerî li ser Sûriyê bikin hişiyar kir û got ku “Mudaxeleyeke leşkerî negengaze, kî vê yekê bifikre dê rastî êrîşên Sûriyê ya derveyî sînoran bê.”
Avestakurd