Li gor çavkaniyên ji Amûdê, duhî (27/8/2012) leşkerên rejîma Sûriyê xwestin derbasî bajarê Amûdê bibin, lê hêzên DBK hemû riyên diçin Amûdê girtin û destûr nedan leşker derbasî Amûdê bibin. Hat zanîn ku leşkerên rejîmê xwestine tirimbêlên wan yên hatîn desteserkirin vegerînin, lê hêzên DBK ev yek weke hincet bi nav kirin. Heta niha ti bûyerek neqewimiye.
Avestakurd