Serrûpel Nûçe “Di nava 4 mehan de 1035 leşker hatine kuştin”

“Di nava 4 mehan de 1035 leşker hatine kuştin”

Belav bike
  

Navenda Çapemeniya Ragihandina HPG’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyarkir ku di ‘di nava 4 mehan de 1035 de leşker hatine kuştin û 101 gerîla jiyana xwe ji dest dane.’ HPG’ê weha pêdeçû ““ Em mehane aşkere dikin. Tenê 4 mehên dawî, em dikarin bi we re parve bikin. Artêşa tirk 160 caran operasyonên bejayî, 63 caran jî operasyonên hewayî pêk hatin. Di encama helîkopter û balafirên şer de gelek kesên sivîl birîndar bûn, gelek gund zirar dîtin. 225 car jî êrîşên kobra, tank û topan pêk hatin. Herwiha li hember operasyonên artêşa dagirker, di 4 mehan de 303 caran çalakiyên gerîlayên me yên bersivdayînê pêk hatin. Encama 120 çalakiyên gerîlayan nehatin zelalkirin. Yên din hatin zelalkirin û me encamên wan parve kir. Di 4 mehan de 1035 leşker û polîs hatin kuştin. Leşker û polîsên 477 birîndar in. 11 helîkopterên skorsky ji aliyê gerîlayên me ve hatin xistin. 101 hevalên me jî şehîd ketin.”

 

 

Avestakurd