
2 kesên bi navê Elîf Sultan Kalsin û Haran Aydin ku her du xwendevanên zanîngehê ne û navê wan di vê lîsteyê de heye, bi rêka parêzera xwe li Komeleya Hiqûqnasên Hevdem daxuyaniyek dane çapemeniyê. Elîf der barê hebûna navê wê di vê lîsteyê de got “Heta berî çend demjmêran rewşeke weha nebû. Rewşa me bi yek nûçeyê re ji nişkave tê guhartin. Berî demjmêrekê min zanî ku ez ‘bombeya zindî’ hatime ragihandin. Ez berî du sal û nîva ji zîndanê hatime berdan. Egerê girtina me jî beşdariya me ya di daxuyaniyê de bû, beşdariya me ya di 1’ê Gulanê de gera li mafê me bû. 21 mehan mam di zîndanê de. Paşê bi rêya qanûna darizandinê ya nû hatim berdan. Li wir bi rengekî ne hiqûqî hatim girtin. Niha heman tişt beramber bê bexteyekê rû bi rû me. Lê, li vir bê bextiyeke gelekî mezine. Niha ez ‘bombeyeke zindî’ hatime ragihandin. Ez li ber çavê her kesî me, cihê min, mala min diyare. Ez egera vê yekê weha dibêjim; li vî welatî ger tu şoreşger be, sosyalîst be, van ramanan diparêzî, li dijî te avakirina bê bextiyê, li nava kolanê tu were kuştin gelekî hesane. Ji ber ramanên wisa li dijî me îftîran dikin. Ev ne raste, dewlet bê bextiyê dike.”
Avestakurd