Serrûpel Nûçe Divê her du alî jî bêne cezakirin

Divê her du alî jî bêne cezakirin

Belav bike
 Ji aliyê xwe ve Nûnera Yekîtiya Ewrûpa ya beşê alîkariya mirovî Kristalina Georgieva daxuyaniyek da rojnamegeran û got ku ev şerê niha li Sûriyê dibe, ji her du aliyan ve mafê mirovan têne binpêkirin. Her weha got ku çekdarên opozisyonê li gor qanûnên navnetewî û peymana Cinêvê tevnagerin. Ji aliyekî din ve SerokêSindoqaUNCEIFAnthonyLake jî ji aliyê xwe ve her du alî gunehbarkirin û got ku divê rejîm û opozisyon her du bêne siza kirin. Hêjayî gotinê ye, li gor raporên mafê mirovan ji dema xwepêşandan li Sûriyê rû dayîn ve heta niha zêdeyî 27 hezar kes hatiye kuştin, bi sed hezaran kes koçber bûye û di vî şerî de herî zêde zarok û jinan ziyan dîtiye.

 

 

Avestakurd