Serrûpel Nûçe Hisên: Yekîtiya Kurdên Rojava ji Tirkiye re şansek e

Hisên: Yekîtiya Kurdên Rojava ji Tirkiye re şansek e

Belav bike

 Pîvana berjewendîyên Tirkiye, Sûrîye û Kurdan’ li Weqfa Parastina Demokrasîyan li dar ket.

Di panela ku ji alîyê lêkolîner John Hannah ve hate birêvebirin de, Serokê Dîwana Serokatîya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, lêkolînerê ji Weqfa Parastina Demokrasîyan binyad Libnanî Tony Badran, Lêkolînerê Tirk Soner Çagatay û peyamnêrê rojnameya Vatan ya li Tirkiyê Îlhan Tanır wekî axaftvan beşdarî kirin. Her wiha berpirsê pêwendiyên derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa jî wek guhdarvan beşdarî li panelê kir.

Serokê Dîwana Serokatîya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên di axaftina xwe ya panelê de bal kişand ser pirsa kurd li Sûrîyê û got, ‘Niha beşeke mezin ji axa Sûrîyê dibin kontrola Esed de ye, beşeke din jî dibin kontrola Artêşa Azad de ye û kurd jî li herêma xwe xwe bi xwe birêve dibin.’ Hisên her wiha da zanîn ku, artêşeke azad tenê tune ye û hêzên îslamî ji ber çavkanîyên xwe yên aborî û organîzeyî, her diçe xwedî hêz dibin li Sûrîyê.

Hisên, destnîşan kir ku, Kurd bi saya peymana Hewlêrê gihîştine asta yekîtiyeke bihêz û herêma xwe bixwe birêve dibin û bûne hêzeke xwedî bandoreke mezin.

Fûad Hisên bi bîr xist ku, peymana Hewlêrê û yekîtîya Kurdan divê ji bo Tirkiyê nebe sedema metirsiyê û got, “Yekîtîya ku PYD jî dihewîna nava xwe ji bo Tirkiyê jî şanseke mezin e. Heger şerek di navbera kurdan de derve ev ji bo Tirkiyê jî tehdîdeke mezin e. PYD jî di nav de, tu partîyeke Kurd cudabûna ji Surîyê naxwaze. Heke rêveberîyek li wir çêbibe, wê ew jî mîna ya Kurdistana Iraqê mitefîqê Amerîka û Tirkiyê be û ji ber vê jî divê Tirkiye nekeve tu metirsîyekî.”

Robîn Reşvan / Nûçexane