Li gor kovara El Ahram El Erebî ya Misirî ku hevpeyvîn ligel Serokdewletê Sûriyê Beşar El Esed pêk anî ye, Esed welatên Qeter û Erebistana Sûidî û welatên Kendavê bi têkdana rewşa Sûriyê tawanbar kir û got ku hin welatên Erebî dixwazin bi rêka alozî û tevlîheviya rewşa Sûriyê roleke Herêmî ji xwe re çêbikin. Her weha bal kişand ser dewleta Tirkiyê diyarkir ku Tirkiyê piştgiriya muxalefitê dike û dixwaze rejîma Sûriyê bikeve. Esed berdewamiya hevpeyvînê de bal kişand ser çareserkirina rewşa li Sûriyê û got ku tenê rêyek heye ji bo çareseriyê ew jî diyaloga siyasî ye. Her weha li ser komên çekdaran sekinî û diyarkir ku dê çekdar têk biçin û dê artêşa Sûriyê beramber van çekdaran rawestiyayî be. Got jî ku ew destê xwe ji bo opozisyona niştimanî dirêj dike di warê çareseriyê de.
Avestakurd