Serrûpel Nûçe Arinç: Ferhenga Kurdî û Tirkî tê amadekirin

Arinç: Ferhenga Kurdî û Tirkî tê amadekirin

Belav bike

Saziya Zimanê Tirkî (TDK) ferhengeke Kurdî û Tirkî amade dike. Di vê mijarê de, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç daxuyanî daye û diyar kiriye ku, li Tirkiyê hin ferhenkên ku ji aliyê saziyên cuda ve hatine çapkirin hene lê, ji bo ku li dibistanan bê xwendin ji aliyê Saziya Zimanê Tirkî ve ferhenga Kurdî û Tirkî tê amadekirin.  
Arinç di vê mijarê de wiha gotiye: “Li Tirkiyê ferhenga me a Kurdî û Tirkî tine. Ferhengên ku saziyên cuda çapkirine hene. Osman Baydemîr ji wan ferhengana yek diyarî min kiribû. Saziya Zimanê Tirkî, ji bo xwendekaran û pirtûkên dersan ferhenga Kurdî û Tirkî amade dike.”