Serrûpel Nûçe Leşkerê Tirk: Em ketine tengasiyên mezin

Leşkerê Tirk: Em ketine tengasiyên mezin

Belav bike

 Leşkerê Tirk ku bi xwe çawişekî pispore û di Fermandariya Navçeya Elkê ya Şirnexê de erkdare, der barê bûyerên li navçeya Elkê de qewimîne û ka çi bûye û çi dibe ji ANF’ê re axivî. Çawişê pispor got ” Piştî pevçûnê (2 îlon) me nekarî ji navçeyê derbikevin. Heta niha jî em nikarin. Kengî operasyon an jî tevgerek çêbibe, em li hember radidbin.” Her weha diyarkir ku ew hêzên taybet jî nikarîn li hemberî PKK’ê tiştekî bikin û got “Piraniya leşkerên li Elkê bê tecrube ne. Endamên tevgera taybet şer kirin, lê wan jî nekarî tiştek bikin. Êdî tu hêz nikare li hemberî PKK’ê serî rake. Ev 30 sal in şerek berdewam heye. Her tim xwîn dirije. Kesên vî şerî dikin mirovên hejar û xizan in.” Leşkerê pispor dibêje ku hejmarên rastî tên veşartin û weha berdewam kir “Em çûn Katoyê. Balefirên F16 çiyayan bombebaran kirin, lê tu tiştek nebû. Li wir çawişek pispor jiyana xwe ji dest da, 4 leşker birîndar bûn. Lê diçapemeniyê de cih negirtin” û wiha pê de çû “Hejmara hevalên me yên jiyana xwe ji dest didin şaş dibêjin, ger HPG’yiyek jiyana xwe ji dest bide, dibêjin 10 hatine kuştin.” Her weha der barê pevçûnên 2’yê Îlonê de got “gotin 10 leşker jiyana xwe ji dest dan, lê her kes dizane ev yek derew e. Ji ber ku girên ewlekariyê yên Kumtîk û Bebolîk bi temamî ketin dest. Li her girekê nêzî 25-30 leşker hene. Çawa dibe 10 leşker jiyana xwe ji dest didin.” Her weha çawişê pispor aşkere kir ew niha hatine amadekirin ji bo wan bişînin Elkê û weha got ” Leşkerên di ti tûgaya navçeyê de ne perwerdekirî ne.Lê em leşkerên li navçeya Foça ya Îzmîrê, me perwerdeya leşkerîd dît û em hatin vir. Ji ber wê em ê biçin wir, ji ber ku pêvajoyek krîtîk li Elkê heye.”

 

 

Avestakurd