Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, haciz daye ser mehaniyê Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr. Osman Baydemîr, bi hinceta, di axaftina xwe a di 24ê kanuna 2009 an de heqaretî li Erdogan kiriye, di derheqê wî de, doza tezmînatê a 30 hezar lîreyî hatibû vekirin. Di vê dozê de Baydemîr neheq hatiye dîtin û niha bi teva faîzê, deynê Baydemîr bûye 50 hezar lîre. Erdogan, bi rêya parêzerên xwe, heciz daye ser mehaniya Baydemîr a ji Şaredariyê digire. Hat diyar kirin ku, niha her meh 2 hezar lîre ji mehaniya Baydemîr tê birîn.
Li ser vê mijarê Baydemîr diyar kiriye ku, Erdogan doz qezenc kiriye û heta qurişî dawiyê ew ê deynê xwe bide.