Serrûpel Nûçe “PKK ji Suriyê alîkariyê nastîne”

“PKK ji Suriyê alîkariyê nastîne”

Belav bike
Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Mûrad Karayilan, li Qendîlê hevpeyvînek da nûçegîhanê BBCyê Jiyar Gol.  Karayilan, li ser pirsa nûçegîhanê BBCyê a,”hikumeta Tirkiyê, Suriye û Îranê sûcdar dike ku, piştgiriyê dide PKKê, alîkariya pere û çekan dike. Ev çend mehên dawiyê de xurtbûna we li ber çavan e. Hûn ji Suriyê an Îranê alîkariyê digrin an na?” ew bersva da: “Ev çîrokên ku qet rastiya xwe tine ne. Ev gotinana ji hikumeta Tirkiyê tên. Davutoglu û Erdogan dixwazin ev deravana belav bikin. Hikumetên Îran û Tirkiyê, hîn meha çûyî di nav xwe de peyman mor kirin û êrîşa me kirin. Lê ji ber guherînên ku li Lîbya û Suriyê pêk hatin, navbera wan a bi Îranê re sar bû.”
Li ser pirsa çekberdanê jî Karayilan wiha got: “Peyama min a ji Amerîka û Yekitiya Ewrupayê re ev e: Heta wana li Rojhilata Navîn hebûna Kurdan nas nekin û heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, îstikrar, demokrasî û aşîtî pêş nakeve. Gelê Kurd ne terorîst e. Kurd li Rojhilata Navîn aşitî û demokrasiyê dixwazin.”
Di derheqê teqînên li bajaran jî Karayilan: “Ev teqînana ji me pêk nayên. Ku kengî teqînek çêdibe, dewleta Tirkiyê PKKê sûcdar dike. Ka delîlên wan? Ez dixwazim ku herkes baş zanibe, em ti cara sivîlan hedef nagirin.”