HPG’ê der barê vê êrîşê de daxuyaniyek da û got “Di encama vê çalakiyê de tankek û 3 çeperên dijmin hatiye têk şikandin. 5 leşkerên li çepera tankê û 8 leşkerên li çeperên din ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiyê li herêmê 2 saetan pevçûnan berdewam kiriye. Di encama van pevçûnan de jî 4 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin. Piştî çalakiyê dijmin 17 kuştiyên xwe û birîndarên xwe yê hejmarên wan ne diyar bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.” HPG’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser wendahiyên xwe û weha pêdeçû ” Di dema çalakiya serdegirtinê de 3 rêhevalên me jî bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê. Nasnameyên rêhevalên me yê gihîştine şahadetê wê demeke kurt de ji raya giştî re were eşkerekirin.” Hêjayî gotinê ye, şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKK’ê û leşkerên dewleta Tirkiyê de her ku diçe dijwar dibe. Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê jî ragihandibû ku ew ê têkoşîna çekdarî bilindtir bikin.
Avestakurd