Serrûpel Nûçe “Di çavê Erdogan de PYD û PKK yek in“

“Di çavê Erdogan de PYD û PKK yek in“

Belav bike
 Kovar dide diyarkirin ku armanca Hikûmeta Tirkiyê a derxistina biryara Tezkereyê ne rejîma Esed e, Kurd in. Her weha Kovara Economist behsa şêwaz û helwesta dewleta Tirkiyê a li dijî Kurdan û dibêje “Tirkiyê bi vê helwest û nêzîkbûna xwe ji pirsa 14 milyon Kurdên li Tirkiyê re kûrtir dike.” Kovar di nivîsa xwe de balê dikişîne ser Herêma Rojavayê Kurdistanê û behsa rêxistin û amadekariya Kurdan ji bo avakirina xweseriyeke Kurdî dike û dibêje ku PYD’ê amadekariya xwe dike. Kovar di nivîsa xwe de behsa vekirina dibistanên Kurdî, danîna tabloyên bi zimanê Kurd li ser rêkên sereke û ava kirina 3’ê tabûrên leşkerî dike. Her weha balê dikişîne ser helwesta Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û dibêje ku ‘di çavê Erdogên şerxwaz de tu ferqa PYD’ê û PKK’ê nake, her du yekin û dijiminê wan yên sereke Tirkiyê ye’.

 

Avestakurd