Serrûpel Nûçe “Têkiliyên Hewlêrê û Enqere gelekî xurt in“

“Têkiliyên Hewlêrê û Enqere gelekî xurt in“

Belav bike
Têkilîyên navbera Tirkîye û Sûrîyê di destpêka vê mehê de pir aloz bûn, piştî artêşa Sûrî axa Tirkîye topbarankir û pênc kes li bajarê Akçakale hatin kuştin.

Rêberên Tirkîyê gef xwarin û Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan got ku divê Tirkîye jibo şerî bi rejîma Sûrî re amade be.  Lê belê rojnamevan Cemal Batun dibêje ku jiber rewşa navneteweyî, fişar li ser Tirkîyê çêbû ku helwêsta xwe beramberî Sûrîyê nermtir bike.

Derbarê tevgera Kurdî li Sûrîyê, birêz Batun dibêje ku Tirkîye jibo pirsên girêdayî bi Kurdan ve xetên sor dideyne, lê belê paşî dizane ku di herêmê de Kurd dînamîzmekî demokrastîyê gelek girîng e. Birêz Batun dibêje ku Tirkîye li dijî herêma Kurdistanê ya federal bû li Îraqê, lê belê nuha têkelîyên herî xurt di navbera Enqere û Hewlêrê de hene.

Birêz Batun herwiha dibêje eger Kurd li Sûrîyê di çarçova sîstemeke demokratîk de deverên xwe birêve bibin, ew yek wê li berjewendîya Tirkîyê jî be. VOA

GUHDARKIRIN