Serrûpel Nûçe Baydemîr: Ji bo qurbanbûnê ez amade me (vîdyo)

Baydemîr: Ji bo qurbanbûnê ez amade me (vîdyo)

Belav bike
Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, li ser ekranên kanala Haberturkê bû mêvanê Balçiçek Îlter û peyamên girîng dan. Baydemîr diyar kir ku, “ger li vî welatî xwîna birayan a ku tê rijandin wê raweste û masaya mizakereyan wê bê danîn, ku pêdivî bi qurbanekî heye, ez karim xwe qurban kim.” Baydemîr anî ziman ku, îro greva birçîbûnê a ku li zêdetirî 58 girtîgehan û bi zêdetirî 600 girtiyên siyasî tê dewamkirin, li ser wî trawmayeke mezin peyda kiriye.
Şaredar Baydemîr, ji bo ku bê mirin çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibin, di serî de nivîskarê navdar Yaşar Kemal, Serokê TUSÎADê Umit Boyner, Stranbêja navdar Sezen Aksu, nivîskar û stranbêj Zulfu Lîvanelî, nivîskar Adalet Agaoglu û gellek şexsiyetên naskirî re wê hevdîtinan pêk bîne ku, ew şexsiyetana bang li wîjdana rayedar  û rayagiştî bikin.