Serrûpel Dosya Ji bo ARJEN

Ji bo ARJEN

Belav bike


kekê Arjen, eger te li ser mirina min nivîsî ba helbet te yê lihevhatîtir kiriba..De ku ez mirim û yekî mîna te peyvhingiv hebe, mirin jî xweş dibe. 

Ji bo te min nikaribû zêde binivîsim, hema ezê vê kurtenivîsa Cubran Xelîl Cubran diyarî giyanê te bikim.

Mirina şairekî, jiyana wî ye

Şevê baskên xwe bi ser bajarê berfgirtî de wergirtin, sermayê mirov ji sûkan ajote qulikên xwe, ba jî di nav malan de rabû û nalîya mîna şîngirekî di nav gorên mermer de rawestiyayî ku şîna qurbaniyên mirinê dibêje.

Li kenarên wan taxan maleke koxikî hebû ku berfê banê wê dagirtibû heta êdî hatibû ku hilweşe, di koşeyek wê malê denivîneke riziyayî hebû, yekî li ber mirinê li ser paldayî bû û li çirayeke melûl dinêrî. Mirovekî di buhara temenê xwe de bû û êdî pê hisiya bû ku dê nêzîk ji qeydên jiyanê rizgar bibe, ewî bendewariya mirinê bi rûyekî zer û mişt ronahiya hêviyê dikir û li ser lêvên wî kenekî xemgîn resim bûbû. Ew helbestvanek bû hatibû da ku dilê mirovan bi gotinên xwe yên şêrîn xweş bike, helbestvanekî ku li bajarê maldaran ji birçînan dimir, bû. Ew giyanekî rûmetdar bû bi ni`metên Xwedayan re daketibû da ku jiyanê şêrîntir bike, ew êdî xatir ji cîhana me dixwaze berî ku mirovayetî di rûyê wî de bikene. Ew kesekî li ber mirinê bû û tenê çirayek hebû sebra wî dianî, çirayek û çend pelikên ku xeyalên ruhê xwe yê nazik li ser wan datanî.

Ewî xortî, hêza xwe ya ku ber bi dawiyê ve diçû komî ser hev kir, destên xwe berjor kirin, çavên xwe ên çilmisî livandin mîna ku dixwaze bi awirên xwe yên dawiyê banê wê mala koxikî qul bike û stêrikên li pişt ewran bibîne û got:

Were ey mirina xweşik min bêriya te kiriye, nêzîk bibe û qeydên hebûnê veke, ez ji kişandina wan a li pey xwe westiyame, were ey mirina germ min ji van mirovan rizgar bike ku min biyanî dihesibînin çiku ez peyvên firsihteyan ji wan re werdigerînim zimanê mirovan. Bilezîne ey mirin mirovan dev ji min berdaye û ez di koşeyê jibîrkirinê de hiştime çiku ez ne mîna wan çav li mal û milkan bûm û min kesên ji xwe jartir bi kar nedianîn.

Were ey mirina şêrîn, were min bibe, qewmê min ne bi hacetî min e, min bide ber sînga xwe bi evîndarî, bilezîne û min hembêz bike ey yara min, mirina min.

Di wê gavê de, li ber nivîna wî, xeyalê jineke ku ne bi pîvanên mirovan ciwan û xweşik bû rawestiya, jineke ku kincin mîna berfê lê bûn û di destê wî de tacek ji laleyên baxçeyên bilind û jorîn hebû..hat, nêzîkî wî bû û ew hembêz kir, çavên wî girtin da ku ew bi çavên giyanê xwe wê bibîne, û maçek bi evîndarî li ser lêvên wî danî..maçek ku berkenînek li ser lêvên wî hişt. Di wê kêlîkê de mal vala bû, tenê hinek xwelî û çend pelên belawela li koşeyên tarî man.

Nifş li pê nifşan hatin û şêniyên wî bajarî di xewa inkar û neguhdanê de bûn, û dema şiyar bûn û çavên wan bi berbanga zanînê ket, rabûn peykerekî mezin ji wî şairî re di nîvê meydana giştî ya bajêr de çêkirin û salê carekê ew bi bîranîn….ax çendî mirov nezan in.