Serrûpel Magazîn Messî bû bavê kurekî

Messî bû bavê kurekî

Belav bike

Fitbolîstê ku navê wî di nav fitbolîstên cîhanê yên herî mezin de derbas dibe, fitbolîstê Arjantînî yê tîma Spanya Barselonayê Lionel Messî bû bav. Messî, li ser hesabê twittera xwe nivîsî ku, wî navê kurê xwe Thiago lêkiriye. Stêrkê Barcelona yê 25 salî Messî wiha nivîsiye: “Îro li cîhanê mêrê herî bextewar ez im. Kurê min hate dinyayê û ji bo vê ez ji Xwedê re spasdariya xwe pêşkêş dikim.”