Konferans li Hewlêrê bi rê ve çû û têde ji her du aliyan gelek kes, pispor, rayedarên her du hikûmetan beşaran û karsaz beşdar bûn.
Di konferansê de gelek biryarên girîng hatine standin.
Li gora biryarên konferansê wê her du alî hêsankariyan bikin pêwendiyên bazirganî û dawî li rotînên biçûk bînin.
Di derbarê Navçeya Bazirganî de, biryar hate standin ku bi şêweyekî cidî kar li ser were kirin.
Her wiha wê bi riya karta taybet rê di navbera her du welatan de werin xweşkirin û hewl bidin ku karsazên her du welatan di astên bilind de bazirganiyên berfereh bikin.
Wê kontrolkirina malê ku derbarî Kurdistanê dibe baş were kontrolkirin û kualîteya wê bilind were girtin.
Piştî ku konferans bi dawî bû, serokwezîrê Kurdistanê li balafirgeha Hewlêrê di dema birêkirina Dr. Seidlo daxuyaniyek da çapemeniyê.
Barzanî got pêwendiyeke dîrokî û kevin ligel Iranê heye û divê neyê ji bîrkirin ku komara Iranê di rojên teng de alîkariya Kurdên Iraqê kiriye.
AVESTA KURD